Îsweçê li hemberê kiryarên PKK ê bertek nîşan da

.

Li bajarê Stockholm a Îsweçê terefdarên PKK ê ji ber ku wêne û remzên PKK ê eksa wan bi projektoran dan avahiya şaredariyê û salona sporê ya bi navê Avicii Arena, hukumeta Îsweçê bertekê nîşanî wan da. Wezareta karên derve ya Îsweçê ragihand ku PKK naxwaze Îsweç bibe endamê NATO yê û weha got:

“Ji ber PKK rêxistinekî terorê ye, Îsweç aşkera wê şermezar kiriye.”

Bûyer li payîtexta Îsweçê li Stockholmê çalakiyekî hat kirin û di çalakiyê de propoganda PKK ê hat kirin. Di çalakiyê de bi projeksiyonan remz û wêneyên PKK ê dan ser avahiya şaredariyê û salona sporê. Di wêneyên projeksiyonê de wêneyê serokê PKK ê Abdullah Öcalan dan ser dîwarê avahiyê.

Piştî wêneyên çalakiyan li ser medya civakî belav bûn, wezareta karên derve ya Îsweçê ragihand ku wan tedbîrên xwe sitendine. Wezaret li ser mijarê weha got:

“Em bawerin ku peyam û dîmen hatine manuplekirin û xeberê digerînin ku Îsweç destekê dide PKK ê. Me di mijarê de tedbîran sitendiye.

Ev kampanyakî xerabe. Ev kampanya aşkeraye ku ji bo nehêlin Îsweç bibe endamê NATO yê hatiye kirin. Îsweç aşkera rêxistina terorê ya PKK ê şermezar dike û temamên terorê şermezar dike. Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Line ti carê destekê nedaye PKK ê, videoya manûplekirî û PKK ê bi tundî red dike.”

Li ser mijarê medya Tirkiyê nûçeyê xist ser manşetan û desteka xwe ji bo Îsweçê ragihand.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN