Îsraîlê paytexta Libnanê da ber bombeyan

.

 Balafirên şer ên Îsraîlê şeva borî çar caran Beyrûta paytexta Libnanê bombebaran kir.

Dûxana ku ji cihên êrişê bilind bû û asmanên bajêr pêçan.

5 kuştî û 8 birîndar

Di êrişekê de avahiyeke li herêma Başûrayê ya li rojavayê Beyrûtê hat hedefgirtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di vê êrişê de 5 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku artêşa wan li Beyrûtê “hinek êrişên hesas” encam dane.

Avichai Adraee diyar kir ku dê hûrgilî paşê werin ragihandin.

Divê were gotin ku di êrişên Îsraîlê yên 24 saetên dawiyê yên li Libnanê de 46 kes hatibûn kuştin.

Li gorî agahiyên fermî yên Libnanê, ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve di êrişên Îsraîlê de 1928 kes mirine, 9 hezar û 290 kes birîndar bûne û milyonek û 200 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle