Îsraîlê bi 15 balafiran li Mereşê nexweşxaneyeke meydanî ava kir

.

Hat ragihandin ku Îsraîlê bi ekîbeke ji 230 kesan pêk tê, li Mereşê nexweşxaneyeke meydanî ava kir.

Artêşa Îsraîlê (IDF) ji bo avakirina nexweşxaneyeke meydanî li bajarê Mereşê,15 balafirên barhilgir ên Hêza Esmanî û tîmek ku ji 230 kesan pêk tê û di nav wan de hejmareke zêde alav, pisporên lêgerîn û rizgarkirinê, bijîşkên leşkerî û doktorên Wezareta Tendirustiyê jî hene, şandin Mereşê.

Wêne: Şalom

Li gorî Şalom, nexweşxane li nêzî cihê ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li Mereşê lê dixebitin hatiye çêkirin.

Niha derdora 150 pisporên lêgerîn û rizgarkirinê yên Artêşa Îsraîlê (IDF) li herêmên erdhejê hene ku li meydanê dixebitin, da ku sivîlên di bin kavilan de mane, rizgar bikin.

Îsraîl yek ji wan welatan e ku di demên herî destpêkê yên piştî erdhejê de ji Tirkiyê û herêmên erdhejê re alîkar şand.

Wêne: Şalom

Tîmên Artêşa Îsraîlê heta niha 10 kes ji bin avahiyên hilweşiyayî rizgar kirine.

Çavkaniyekî dîplomatîk ji Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê diyar kir ku hejmara personelên tîmên alîkariyê yên ku piştî erdhejê ji Îsraîlê gihîştin Tirkiyeyê 450 kes derbas kiriye.

Wêne: AA

Di encama erdhejên 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane. Piştî erdhejê nêzîkî 1500 erdhejên paşekî jî çêbûne.

AFADê îro10ê Sibatê ragihand, li 11 bajaran 18 hezar û 342 kesan canê xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes birîndar bûne.

Wêne: AA

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle