Îsraîl operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê red dike

.

Israîl operasyona Tirkiye bo nav Rojavayê Kurdistanê û Sûriye red dike û dibêje her operasyoneke Tirkiyê bo nav axa Sûriyê dê bibe sedema zêdebûna serdestiya Îranê li dijî xurtbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Li gor malpera Exyos, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Israîlê Iyal Holata ji hevtayê xwe yê Amerîkî Jac Sulivan re gotiye, “Her êrîşeke Tirkiyê bo ser bakurê Sûriye wê zereke mezin bigihîne gelê Kurd û bibe sedem ku Îran sûdê bo demeke dirêj jê bibîne.”

Piştî gefên Tirkiyê bo operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gel artêşa Sûriyê li hev kiribûn da ku derbasî navçeyên wan bibe bo berevaniya hevbeş dijî hêzên Tirkiye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin