Îsraîl: Me bi Tirkiyê re li ser dîyalogê li hev kir

.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê li ser hevdîtina teknîkî ya li Azerbaycanê ya di navbera Tel Avîv û Enqereyê bo Sûriyê de ragihand, "Îsraîl û Tirkiye li ser domandina diyalogê ji bo aramiya herêmî li hev kirin."

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê eşkere kir, di hevdîtina ku şandên Îsraîl û Tirkiyê li Azerbaycanê pêk anîn de, her du alî li ser domandina rêya diyalogê ji bo parastina aramiya herêmî li hev kirin.

Hate diyarkirin, di hevdîtina duh di asta teknîkî de di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li Azerbaycanê hatiye lidarxistin ji bo avakirina "mekanîzmaya pêşîlêgirtina pevçûnê li Sûriyê" ye û wiha hate gotin:

"Li ser raspartina Serokwezîr Netanyahu, şandeke bi serokatiya Tzachi Hanegbi, Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê, bi beşdariya rayedarên payebilind ên ji Wezareta Parastinê û dezgehên ewlekariyê, duh bi şanda Tirkiyê re civiya. Îsraîl spasiya Azerbaycan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev dike ku mêvandariya van hevdîtinên girîng kir. Di hevdîtinan de, aliyan berjewendiyên xwe yên li herêmê anîn ziman. Li ser domandina rêya diyalogê ji bo parastina aramiya herêmî li hev kirin."

Wezîr Fidan daxuyanî dabû

Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan duh di bernameyekê de anîbû ziman ku ji bo pêşîlêgirtina her cure pevçûnekê li herêmê, ji bo avakirina mekanîzmaya dûrketina ji pevçûnê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, di navbera her du welatan de têkiliyên di asta teknîkî de hene.

Kurdistan Haberleri

Bandora Pêvajoya Aştiyê li ser Rojavayê Kurdistanê çi ye?
Serok Barzanî: Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî
Nûrî Şêxo: Em daxwaza piştgiriyê ji Serok Barzanî dikin
Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê piştevanî li banghêjiya mangirtina seranserî ya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê kir
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bangî hikûmeta Şamê kir