Îsraîl: Me 16 ton alavên roketan ku ji Tirkiyê şandine Gazzeyê dît

.

Rêvebiriya Gumrika Îsraîlê ragihand ku di meha Temmûzê de di nav 2 konteynirên ku ji Tirkiyê şandine Gazzeyê de, 16 ton alavên ku di çêkirina roketan de bikartînin xistine dest. Rêxistina Hamasê ya ku Xazze di bin kontrola wê de ye, mijarê derew derdixe.

Li gor Îsraîlê; dema di konteyniran de lêgerîn kirine, di beyana konteyniran de dê alçi di wan de hebûya lê dema nûmûne şandine labaratuwarê, derketiye ku amonyum klorur e.

Li gor ragihandina Euronewsê; di hinek torban de amonyum klorur hebûye û grûbên Xazeyê wê di çêkirina roketan de bikartîne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle