Îsraîl: Li Herêma Kurdistanê ti baregeha me tune ye

.

Rojnameya New York Times belav kiriye; rayedarên Îsraîlê bangeşeya Îranê red dikin. Rojnameya New York Times belav kiriye; rayedarên Îsraîlê bangeşeya Îranê red dikin, ku weke hincetek ji bo mûşekbarana ser bajarê Hewlêrê derdixin pêş. Rayedarên Îsraîlê diyar dikin ku ti baregeheke wan li Herêma Kurdistanê tune ye.

New York Times ji çend rayedarên Îsraîlê ku nexwestine navên wan were eşkerekirin, belav kiriye ku ev mûşekbarana Îranê weke bersivek bûye ji bo êrîşeke nepenî ya Îsraîlê bi ser kargeheke çêkirina firokeyên bêfirokeban a Îranê di meha borî de li nêzîkî bajarê Kirmaşanê, lê belê rayedarên Herêma Kurdistanê jî, rayedarên Îsraîlê jî eşkere dikin ku ti bingeheke Îsraîlê li nava axa Herêma Kurdistanê tune ye.

Li ser vê mijarê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê Hesen Kehbî di daxuyaniyekê de ji kanala El Hure re diyar kir ku ti binke û baregeheke Îsraîlê li Herêma Kurdistanê û Iraqê tune ye.

Hesen Kehbî ragihandiye: “Îran serê marê Rojhilata Navîn e û gef e li ser seqamgîriya hemû welatên navçeyê, ew jî bi rêya komên xwe yên milîs ên li Iraq, Lubnan û Yemenê.”

Roja 13ê Adara 2022yan, di demjimêr 01:00ê de êrîşeke mûşekî bi 12 mûşekên balîstîk bi ser bajarê Hewlêrê û saziya Kurdistan24ê û çend cihên din ên sivîl de hat kirin.

Piştî êrîşê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku ew êrîş ji aliyê wan ve hatiye encamdan.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin