Îsraîl: Divê em Kurdan ji êrişên Îslamiyên tundrew biparêzin

.

 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li dijî DAIŞê şer dikin bi êrîşan re rû bi rû ne û divê ew bên parastin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê Xê derbarê rewşa Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Gideon Saar tekez kir ku divê Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji êrişên komên çekdar ên tundrew bên parastin.

Saar di peyama xwe de wiha got:

“Îro ez bi hevalê xwe Wezîrê Karên Derve yê Çekyayê JanLipavsky re axivîm.

Me bûyer û rewşa li Sûriyeyê gotûbêj kir. Min tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehiya Kurdên li Sûriyê kir ji ber ku ew hîn jî rastî êrişan tên.

Kurdan bi lehengî li dijî DAIŞê şer kir û divê civaka navneteweyî wan ji êrişên Îslamiyên tundrew biparêze.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle