IŞİDê bang kir ku êrîşî karnawala Kolnê û 3 hedefên din bikin

.

Rêxistina terorîst ya IŞİDê bang kir ku li Almanya li bajarê Kolnê êrîşê bibin ser 4 hedefan ku di nav wan hedefan de Karnawala Kolnê jî heye. Polîs bangê ji dil qebûl kir û ragihand ku ji bo temamê bûyeran amade ye. Banga êrîşân, di ser înternetê de hatin kirin.

Li gor ragihandina Bildê; IŞİDê di medya civakî de banga êrîşan kir ku di nav ciyên êrîşan de Karnawala Kolnê jî heye. Di nav hedefên êrîşan de, li ser afîşekî 4 cîh hatine destnîşankirin, 2 hedef li bajarê Kolnêyê, hedefekî li bajarê Nürnberge û ya dinê li Hollandayê li bajarê Rotterdamêye.

Polîs dibêje her çendîn bangên weha ji aliyê IŞİDê de hatine kirin jî, heya niha êrîş nebûne lê bangê bi hezir dişopînin û ji bo polîs bang ciddiye.

Karnawala kolanê ya li Kolnê wê roja Pêncşemê ji Weiberfastnachtê destpêbike.

Afrîka Haberleri

Helbestvanê navdar Refîq Sabîr koça dawî kir
Fransa: Peymana HSD û Şamê garantiyên siyasî û ewlehiyê dide Kurdan
Şêxmûs Ehmed: Kesên ji Kampa Holê reviyan bi îdeolojiya radîkal hatine perwerdekirin
Swêdê bangî welatiyên xwe kir: Zû ji Îranê derkevin
Dick Schoof: Em ji bo kêmîneyan piştgiriyê didin Serokkomarê Sûriyeyê