Îsal zêdetirî 300 hezar kesî Girê Mirazan ziyaret kiriye

.

 Di 5 mehên destpêkê yên 2025an de 321 hezar kesî şûnwarê dîrokî Girê Miraza yê li Rihaya Bakurê Kurdistanê ziyaret kiriye.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku 2025an hejmara geştyarên ku Riha ziyaret kiriye zêde bûye.

Hasan Şildak got, "Piştî du salên dawî, me di sala 2025an de hejmara mêvanên xwe bi awayekî baş zêde kir.

Di 5 mehên destpêkê yên sala borî de 236 hezar kesî Girê Mirazan ziyaret kiriye, ev hejmar di sala 2025an de gihişte 321 hezar kesî.

Bi heman awayî, hejmara mêvanên muzexaneyên li parêzgeha me ji 80 hezarî gihişte 147 hezar kesî.

Rêjeya tijîbûna otêlên me van rojan gelekî zêde ye û bajarê me dê di betlaneya Cejna Qurbanê de dîsa mazûvaniya gelek mêvanan bike."

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle