Îsal 2 milyon geştyar hatine Hewlêrê

.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, rêjeya hatina geştyaran bo parêzgeha Hewlêrê û cihên geştyariyê zêde bûye.

Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand; îsal 2 milyon geştyar hatine paytext, tê çaverêkirin ku di sala bê de ev rêje zêdetir bibe.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, rêjeya hatina geştyaran bo parêzgeha Hewlêrê û cihên geştyariyê, li gor du salên berê, zêdetir e û tê çaverêkirin di sala bê de ev rêje bilindtir bibe.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê Îsmaîl Mînexan ragihand; ji destpêka îsal ve heta 23yê Kanûna 2021ê, hejmara geştyaran gihîştiye milyonek û 971 hezar û 522 geştyar, tê çaverêkirin, ji ber betlaneya sersalê, ev hejmar 2 milyonan derbas bike.

Îsmaîl Mînexan eşkere kir; ev amar bi rêya rêbend û Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê  bi awayekî hûrgilî û zanistî hatine tomarkirin.

Ji ber vîrusa Koronayê, rêjeya geştyaran di herdu salên 2019 û 2020an de gihiştîbû milyonek û 860 hezar û 236 geştyaran, lê belê di sala 2021ê de bi awayekî berçav hejmara geştyaran zêde bûye.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN