Îro şandeya PDKê serdana aliyên siyasî dike

.

Îro 29.10.2022yê şandeyekî PDKê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike û derbarê rewşa siyasî û aborî û astengiyên pêş kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de danûstandinan dike.

Biryare îro şandeya PDKê serdana aliyên siyasî bike û ev serdan dê çend rojan berdewam bikin.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro şandeya PDKê bi serokatiya Piştîvan Sadiq, Sasan Ewnî, Umêd Sebah û Sefîn Dizeyî de serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin û yekem serdan jî dê demjimêr 10:00ê sibehê ji bo Hizba Şûî ya Kurdistanê (Partiya Komînîst) bê kirin û piştre jî dê şande serdana Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê bike.

Herwaha li gor zanyariyên BasNewsê di vê serdanê de rewşa siyasî û aborî û projeyên kabîneya nehem û astengiyên li pêş komkirina dahat û cîhbicîh kirina karnameya kabîneya nehem dê ji aliyên siyasî re bê rawe kirin.

Biryare sibe serdana aliyên din ên siyasî jî bê kirin.

Basnews

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle