Îro salvegera serhildana Qamişlo ye

.

 Îro 12ê Adarê, 18emîn salvegera serhildana a Rojavayê Kurdistanê ye.

Roja 12ê Adara 2004an, di dema pêşbirka futbolê ya di navbera tîma Cihad a Qamişlo û Tîma Fitûyê ya Dêrezorê de, alîgirên tîma Fitûyê êrîşî alîgirên yaneya Cîhad kirin û di encamê alozî derketin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê alîgirên yaneya Cîhad gulebaran kirin û di encamê de çend kes şehîd û birîndar bûn. Roja 13ê Adara 2004ê  di dema rakirina cenazeyên şehîdad de, hêzên Sûriyê beşdarên merasîma rakirina şehîdan gulebaran kirin. Ji bo piştgiriya Qamişlo tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê serî hildan û serhildanê tevahiya Rojavayê Kurdistanê vegirt.

Di heman rojê de, çiroskên serhildanê gihiştin û bajar û bajarokên herêma Cizîrê. Grûpeke ciwanên Amûdê bi bayê azadiyê, pankartek  li ser nivîsîbû: Hûn bixêr hatin Kurdisrana Azad bilind kirin û ji bo cara yekem di dîroka Sûriyê de pûtê Hafiz Esed li bajarê xwe anîn xwar. Piştî 7 salan, ciwanên Amûdê pûtê Esedê bav li heman meydanê anîn xwar.

Li zanîngeha Şamê û taxên Kurdan li paytextê Sûriyê, xwepêşanderên Kurd daketin kolanan û piştgirî û dilsoziya xwe ji bo Qamişlo nîşan dan.

Roja 14ê Adarê, pêla serhildanê gihişte bajarê Kobanî û kobaniyan gelek dam û dezgehên hikûmet û istixbarata Sûriyê kontrol kirin.

Roja 16ê Adarê çiroskên serhildanê guhiştin Heleb û Efrînê. Bi hezaran Kurd li herdû bajaran daketin kolanan û dirûşm û siloganên azadiyê bilind kirin û dilsoziya xwe ji Qamişlo re nîşandan.

Hikûmeta Sûriyê hêza tund û dijwar û bi rehmet li dijî serhildêrên kurd bikar anî. Beşek ji eşîrêtên Ereban çek li kêlek rejîmê hilgirtin û mal û milkên Kurdan talan kirin û sivakatî bi keç û jinên Kurdan kirin.

Di serhildana 12ê Adara 2004an de, bi belge, 35 kes li herêma Cizîrê, Helebê û Efrînê şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. 12 xwendekar ji zanîngeha Şam û Helebê hatin girtin û 24 xwendekar ji zanîngeha Şamê hatin avêtin.

Bi hezar kurd hatin girtin û 75 ji wan hatin dadgehkirin. 100 malbatên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê koçberî başûrê Kurdistanê bûn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

"Em biryarên cezayên hefsê yên di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn protesto dikin"
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
UNESCO: Li Îranê metirsî liser zimanên kurdî, azerî û tirkimanî heye
Îranê 6 Kurdên din jî îdam kirin
HEVPEYVÎN | Serokê ENKSê li ser êrîşan û rewşa dawî ya diyaloga 'Kurdî-Kurdî' ji PeyamaKurd re axivî