Îro roja bibîranîna qurbaniyên enfalê ye

.

Tenê di rojekê de 20 hezar kes li Germiyan hatin komkujkirin!

34 sal bi ser operasyona qirkirin û cînosaydkirina bi hezaran kurdên devera Germiyan ya Herêma Kurdistanê, ku wek enfal tê bi navkirin, re derbas dibe.

Îro 14 Nîsanê û roja bibîranîna qurbaniyên enfalê ye.

34 sal berê û di rojek wek îro de, 14 Nîsana 1988, zêdetirî 20 hezar kurdên bê guneh û sivîl di şev û rojekê de ji aliyê rêjîma Beis ya Iraqê ve û bi fermana Sedamê zalim hatin qirkirin û komkujkirin û cînosaydkirin.

Ji ber wê jî sala 2007 hikûmeta Kurdistanê roja 14 Nîsanê wek roja bibîranîna qurbaniyên efanlê pesend kir.

Sedam ew sûcên han di bin navê sûreta Enfal ya Quranê de pêk anî, ji ber wê jî ew operasyon wek enfal di bîr û edebiyata kurdan û cîhanê de cih girt.

Helbet enfalkirina kurdan hîn zûtir dest pê kiribû. Qonaxa yekem ya enfalê roja 29 Adara sala 1987 li derdora bajarokê Xurmatû hat destpêkirin. Bi giştî di heşt qonaxan de zêdetirî 182 hezar kurd hatin enfalkirin û cînosaydkirin.

Dijmin ne tenê kurd enfal dikir, cih û warê wan jî dêran û wêran dikir û wisa dikir ku carek din mirov nekaribe li ser vê axê bijî.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû