Îro heftemîn salvegera komkujiya DAIŞê ya li ser Kobanî ye

.

 Îro 25ê Hezîrana 2022an, 7 sal di ser êrîşa DAIŞê re derbas dibin ku girte ser bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê û tê de komkujî û wêraniyeke mezin encam da.

Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, di wê êrîşê de nêzîkî 233 kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

15ê Îlona 2014an, çekdarên DAIŞê ji aliyên rojava, başûr û rojhilat ve, êrîşî ser Kobanî kir û 350 gundên wê dagir kirin, piştre girte ser navenda bajarê Kobanê.

Piştî 134 rojan ji şer û pevçûnên giran, 26ê Berfanbara 2015an jî, bi berevaniya Hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê, Yekîneyên Parastina Jinê YPJê û Hêza Pêşmerge ya ku çûbûne alîkariya wan, her wiha alîkariya ezmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Kobanî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê (PDPKS), di heftemîn salvegera komkujiya DAIŞê li Kobaniyê de, bi daxuyaniyekê daxwaz ji hêzên xwedî bandor li Sûriyê kir ku ew rê li ber gef û êrîşên Tirkiyê bigirin. Di heman daxuyaniyê de daxwaza qerebûkirina malbatên qurbaniyan kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle