Îro Dalkurd dertê maçeke girîng

Dalkurd îro dibe mêvanê tîma Stockholmê AFC United. Maç saet 19.00 li Solna li Stadyuma Skytteholmê ye.

Dalkurd îro dertê yek ji maça xwe ya herî girîng a lîga Superetan (lîga duyem a Swêdê).

Dalkurd îro dibe mêvanê tîma Stockholmê AFC United. Maç saet 19.00 li Solna li Stadyuma Skytteholmê ye.

AFC United li tabloya puana de di rêza sêyem de ye. Dalkurd du puan jê kêmtir, di rêza çarem de ye. Dalkurd ji bo şansê xwe yê derketina lîga yekum ku jê re dibêjin Alsvenska bi xurtî dewam bike, divê di maça îro de têk neçe.

Yek ji futbolîstê Dalkurdê yê girîng Dusan Djuric ji ber cezayê qerta zer, di maça îro de wê cîyê xwe negre. Tê texmînkirin ku bi hezaran Kurd wê îro li stadyumê ciyê xwe bigrin.

 

Program

Maç: AFC United – Dalkurd

Cî: Skytteholm, Solna

Dem: 19.00 (Saeta Swêdê)

Agahdarî ji bo Kurdên ku li Swêdê dijîn: TV4 sport maçê zindî diwe

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.