Îro biryarên rijêma Beis ji bo dagirkirina erd û milkên welatiyan tên hilweşandin

.

Civata Nûnerên Îraqê îro ji bo xwandin û dengdana li ser çend pirojeqanûnan dicive, yek ji wan edilandina pirojeqanûna dirêjkirina dema karkirinê ya Encûmena Komisyaran ji bo şeş mehan e, yek jî hilweşandina biryarên serdema rijêma Beis ji bo vegerandina mafê milkdariya mal û milkên dagirkirî ye.

Li dû karnameya civîna hejmar 26 a werzê yekê yê sala sêyê ya qanûndananê, îro (Çarşem, 22.05.2024) Civata Nûnerên Îraqê biryar e seet 01:00 ê piştî nîvro bicive.

Li dû xişteyê civîna îro, deng li ser pêşniyara edilandina duyê ya qanûna Komisyona Hilbijartinan tê dan, bi vî awayî dema karkirinê ya Encûmena Komisyaran ji bo şeş mehên din tê dirêjkirin.

Xaleke din a wê rûniştinê jî girêdayî pirojeqanûna vegerandina xwedîtiya milkî ji bo xwediyên wan e. Ev biryar pêştir ji aliyê Encûmena Serkirdetiya Rijêma Beis ve hatiye dan; bi pejirandina vê qanûnê, tê çaverêkirin ku arêşeya milkdariyê ya cotyarên Kurd li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li sinorê parêzgeha Kerkûkê bidawî bê.

Di eynî demê de xwandina yekê ji bo pêşniyara qanûna edilandinê ya qanûna edilandinê ya Desteya Heşda Şebî û pirojeqanûna edilandinê ya yekê ya qanûna Dezgeha Şehîdan û xwandina duyê jî ji bo pirojeqanûna Dezgeha Hewalgiriya Niştîmanî tê kirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin