Îro 2 girtiyên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin darve kirin

.

 Îro 18.05.2023yê 2 girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatin darve kirin.

Vê derbarê Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw ragehand: ‘’Îro demjimêr 06:30ê cezayê darve kirina hemwelatiyê bi navê Mistefa Salihî yê xelkê gundê Dizlî ya ser bi bajarê Sewlawa li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hate cîhbicîh kirin, ku bi tometa kuştina qesdî cezayê darve kirinê jê re hatibû dayîn.

Li gor Hengaw herwaha cezayê darve kirina kesekî din ê bi navê Cemşîd Kerîmî yê xelkê bajarê Dêwlan û rûniştvanê bajarê Sine ye, her li girtîgeha navendî ya bajarê Sine ragehand, ku ew jî demjimêr 07:30ê serê sibehê cezayê wî hatiye cîhbicîh kirin.

Amaje bi wê yekê jî hate kirin ku, cîhbicîh kirina cezayê darve kirina Cemşîd Kerîmî di demekî de bûye ku demjimêr 06:30ê ango demjimêrek berî darve kirina wî, ew malbata ku kesê wan ji aliyê Cemşîd Kerîmî ve hatiye kuştin, 4 milyar tumen pare wergirtine û ew efû kirine, lê dîsa jî cezayê wî hatiye cîhbicîh kirin.

Basnews

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’