Îrlanda komkujiya Kurdên Êzidî gotûbêj dike

.

Li Dublîna paytaxta Îrlandayê dê 10ê Îlonê li ser komkujiya Kurdên Êzidî civînek bê lidarxistin.

Dê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bibe.

Koordînatorê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Dîndar Zebarî got, "Roja sêşemê 10ê Îlona 2024an, li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Îrlandayê, em dê li Dublînê li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civînekê taybet a derbarê komkujiya Êzidiyan bibin.”

Di civînê de tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî Kurdên Êzidî hatine kirin dê bên gotûbêjkirin.

Li gorî pîvanên navneteweyî ew tawan dikevin kategoriya sûcên navneteweyî, yên wekî sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û komkujî.

Herwiha Dîndar Zebarî got, "Dê di vê kombûnê de gotara serokatiya Herêma Kurdistanê bê pêşkêşkirin.

Tê de dê li ser pêngavên dawî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser mijara nasandina komkujiya ya wan tawanên ên ku li dijî Êzidiyan hatine kirin bisekinin.

Bi hewlên darizandina endamên DAIŞê û qerebûkirina qurbaniyan û malbatên wan, herwiha azadkirina kesên revandî.

Hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Tîma Vekolînên Netewên Yekbûyî ya ji bo vekolîna tawanên DAIŞê (UNITAD) û mekanîzma karkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî bidawîhatina erka UNITADê dê were pêşkêşkirin.”

Li aliyê din Zebarî amarên dawî yên li ser hejmara Kurdên Êzidî yên hatine revandin eşkera kir û wiha pê de çû:

"Heta niha 3 hezar û 576 kes hatine rizgarkirin ku di nav wan de hezar û 210 jin, 339 mêr, hezar û 70 zarokên keç, 960 zarokên kur hene.

Zêdeyî 1000 kesên din jî ji bo dermankirinê şandine Almanyayê.”

Li gorî biryara 2697 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di 17ê Îlona 2024an de, dê erka tîma UNITADê bi dawî bibe.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive