Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin

.

Li navçeya Zaxo ya li ser sînorê Tirkiyê piştî 30 salan cara yekem 2 baregehên leşkerî yên hêzên pasdarên Iraqê ava kirin.

Iraqê piştî 30 salan baregehek li ser sînorê Tirkiyê ava kir.

Di nûçeyên çapemeniya Iraqê de hat ragihandin ku hêzên pasewanên sînor ên Iraqê li gundê Kişanî yê navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê li nêzî sînorê Tirkiyeyê 2 baregehên leşkerî ava kirine.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku baregeh li girên nêzî gundê Kişanî hatine avakirin. Hat ragihandin ku piştî 30 salan cara ewil hêzên pasewanên sînor ên Iraqê li herêma mijara gotinê hatine bicihkirin û ev pêşketin di çarçoveya hevkariya Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo dabînkirina ewlehiya sînoran da pêk hatiye.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire