Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin

.

Hate ragihandin ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hemû karên xwe yên ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestand.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser biryarên Dadgeha Federal ên nerewa yên hilweşandina 11 kursiyên kotaya pêkhateyan û parvekirina herêmên hilbijartinên bi çar bazineyan biryara beşdar nebûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dabû. Herwiha ji xeynî Eniya Tirkmenî hemû partiyên pêkhateyên Kurdistanê jî biryara boykotê dabûn.

Jêderekî ji Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro 1ê Gulanê ji medya Kurdistanê re ragihand ku hemû karên ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine rawestandin.

Li gorî zanyariyan hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di meha Hezîrana îsal de nayên kirin, dê çend mehan bên paşxistin.

Herwiha wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hefteya hefteya bê, rojeke din ji bo hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle