Îraqê li ser Petrola Kurdistanê daxuyanî da

.

 Wezareta Petrolê ya Îraqê daxuyand ku ew dê di nava çend saetan de destpêkirina hinartina Petrola Kurdistanê ragihînin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:

"Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenî ji bo serperiştiya pêvajoya girêdana boriya gazê diçe Bendera Xor Zubêrê û piştrast dike ku Îraq dê di saetên bê de destpêkirina hinartina petrola herêmê (Herêma Kurdistanê) ragihîne."

Li gorî daxuyaniyê, Kompanyaya SOMOyê dê petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinarde bike.

Wezareta Petrolê diyar kir, “Destpêkê dê 185 hezar bermîl petrol bê hinartin û ev kapasîte dê hêdî hêdî were zêdekirin da ku bigihe kapasîteya di budceya giştî ya federal de hatiye diyarkirin.

Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot.

Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû