Iraqê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bang li Tirkiyê kir

.

 Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku kompanyaya SOMOyê bi fermî daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku hinardekirina petrolê careke din dest pê bike.

Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê got, “piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, SOMOyê 10 Gulanê daxwaz ji Tirkiyê kir ku careke din hinardekirina petrolê bi rêya boriyan ji Kerkûkê bo Ceyhanê careke din dest pê bike.”

Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Iraqê niha li bende bersiva Tirkiyê ne.

Li aliyê din Wezareta Petrolê ya Iraqê bi rûya kompanyaya SOMOyê yekemîn girêbesta firotina nefta Herêma Kurdistanê bi kompanyayeke cîhanî re îmze kir.

Birîkarê Wezareta Petrolê ya Iraqê ji bo karûbarê derhênanê Basim Xizeyîr got ku duh wezareta petrolê reşnivîsa çar girêbestên nefta Iraqê li gel kompaniyên cîhanî de amade kir, Kompanya bi bazarkirina nefta Iraqê SOMO, yekemîn girêbesta firotina nefta zeviyên Herêma Kurdistanê li gel kompaniyeke biyanî îmze kir.

Birîkarê Wezareta Petrolê ya Iraqê got ku biryar e 3 girêbestên din di çend rojên bê de were îmzekirin.

Li aliyê din Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula got ku dê 17 mehê civîn bê kirin û deng li ser budceyê bê dayîn û heta berî 20 mehê dê bê pejirandin.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ