Îraqê cezayê îdamê da 6 DAIŞiyan

.

 Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê ragihand ku cezayê bidarvekirinê li 6 endamên DAIŞê hatiye birîn ku "Waliyê Enbarê" yê rêxistinê jî di nav wan de ye.

Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dadgeha Cezayên Giran a Kerxê li ser 6 gumanbarên DAIŞê cezayê bidarvekirinê biriye.

Hat destnîşankirin ku ew her 6 kes di encama operasyonên îstixbaratî de hatine girtin.

Bi saya van operasyonan rê li ber êrişên ku wan plan dikirin hatiye girtin.

Piştî desteserkirina gumanbaran, dosyeyên wan ji bo meqamên dadweriyê yên pêwendîdar hatibûn şandin.

Li ser tawanên terorê hatin darizandin

Lêpirsîn di bin çavdêriya Dadgerê Dadgeha Lêkolînê ya 3yan a Kerxê Cebar Husên de hat meşandin.

Di encama lêkolînan de hat tesbîtkirin ku ev kes endamên DAIŞê ne û beşdarî çalakiyên çekdarî yên terorî bûne.

Her wiha hat eşkerekirin ku wan ji bo têkdana aramiya giştî çek li cem xwe girtine.

Dadgeha Cezayên Giran a Kerxê li gorî maddeya 4an a Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê ya sala 2005an ew her 6 kes sûcdar dîtin.

Dadgehê ji ber tawanên wan cezayê bidarvekirinê da her 6 endamên DAIŞê.

Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê ragihand ku di nav wan kesên ku ceza xwariye de birêvebirê rêxistinê yê bi navê "Waliyê Enbarê" jî heye.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin
Neteweyên Yekbûyî li ser êrişên li Îraqê hişyarî da: Rewş dikare xirabtir bibe