Îraqê biryara vegerandina mal û milkên Kurdan da: Serok Barzanî peyamek da

.

Serok Mesûd Barzanî li ser qebûlkirina projeyasaya vegerandina mal û milkên Kurdan ên li Kerkûkê peyamek belav kir û got, “Vegerandina mafê xwedîmafan e.”

Parlamentoya Îraqê projeyasayên vegerandina mal û milkên Kurd û Tirkmenan ên li Kerkûkê, efûya giştî, rastkirina yasaya medenî qebûl kirin.

Serok Barzanî piştî wê biryarê peyamek belav kir û ragihand:

“Ev biryar li cihê xwe ye û vegerandina mafê xwedîmafan e, ji ber vê ez destxweşiyê li Serokatiya Parlamentoya Îraqê, fraksiyonên Kurdistanî û hemû wan aliyan dikim ku rola wan di derbaskirin û pejirandina vê yasayê de hebû.”

Derbaskirina van projeyasayan bi destê yekrêziya aliyên Kurdistanî bû.

Serok Barzanî li ser vê yekê anî ziman:

“Ez hêvîdar im ku ev bibe destpêkek ji bo rastkirin û çareserkirina hemû wan şaşî û nerastiyên ku li dijî berjewendiyên welatiyên Îraqê di dirêjahiya dîroka dewleta Îraqê de hatine kirin.”

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê