Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ragihand ku wan bi hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê dest daniye ser 358 kîlogram zêr.
Ev zêr bi dosyeya gendeliyê ya wekîlê Wezareta Petrolê ya Îraqê ve girêdayî ye û radestî Banka Navendî hatiye kirin.
Navenda Ragihandinê ya Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku dadwerê lêkolînê yê li Dadgeha Tawanan a Navendî ya taybet bi rûbirûbûna gendeliyê ragihandiye ku bi serpereştiya Dadwer Fayeq Zêdan û bi hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê, 358 kîlogram zêr hatiye vegerandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dosyeyeke din a lêkolînê de jî 17 kîlogram zêrê din hatiye girtin.
Bi vî awayî mêjera giştî ya zêrê ku tenê îro hatiye girtin gihîşt 375 kîlograman.
Radestî Banka Navendî hat kirin
Dadgeha Îraqê destnîşan kir ku ew mêjera zêrê vegerandî Banka Navendî ya Îraqê hatiye kirin.
Ev gav di çarçoveya lêkolînên li ser dosyeya Ednan Cumeylî de hatiye avêtin. Ednan Cumeylî wekîlê desteserkirî yê Wezareta Petrolê ye.
Encumena Bilind a Dadweriyê diyar kir ku armanca van rêkaran vegerandina hemû wan samanên e ku bi rêya sûcan hatine bidestxistin.