Iraqê bi fermî daxwaza vekişîna artêşa Tirkiyê kir

.

Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî Balyozê Tirkiyê bangî wezaretê kir û nameya nerazîbûnê radest kir û daxwaz kir ku demildest hêzên xwe vekişîne.

Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî Balyozê Tirkiyê bangî wezaretê kir û nameya nerazîbûnê radest kir û daxwaz kir ku demildest hêzên xwe vekişîne.

Wezareta Derve ya Iraqê îro pêncşemê 21ê Tîrmeha 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand, bi fermî nameya nerazîbûnê radestî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Ali Riza Guney hat kirin û ji Tirkiyê hat xwestin ku demildest hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Li gor daxuyaniyê, ji ber topbarankirina gundê Perexê yê li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê, ku bûye sedema şehîdbûna 9 welatiyan û birîndarbûna 29 kesan, Bexda nameyeke tund a nerazîbûnê radestî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê kir û tê de ew êrîş şermezar kir, herwiha hat xwestin ku binpêkirinên berdewam ên Enqerê yên li nav axa Iraqê bi dawî bibe.

Duh ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.

(K24)

Balyozê Tirkiyê Ali Riza Guney li Wezareta Derve ya Iraqê

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive