Iraq- Wezareta Perwerdeyê li dijî kurdî biryarek derxist

.

 Li gor biryareke Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê, xwendekarên ku di dibistanên erebî de dixwînin, di dersa zimanê kurdî de dereceya wan nizm be jî, weke ku di wê dersê de maye, nayê hejmartin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê roja 6ê Cotmeha 2022yan nivîsek şandiye dibistanan, ku hemû wan xendekarên ku xwendina wan bi zimanê erebî ye û dersa zimanê kurdî jî tê xwendin, eger di dersa zimanê kurdî de dereceya xwendekaran nizm be jî, weke binkeftî nayê hejmartin.

Ev biryara Wezareta Perwerdehiyê nîşaneya paşguhkirina zimanê kurdî ye, ku wisa dike, xwendekar guh nedin vê dersê û fêr nebin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle