Îraq tezmînatê dide Şingaliyên bûne mexdûrên DAIŞê

.

Îraqê nêzîkî 101 milyar dînar wekî temînat da mexdûrên êrişên DAIŞê yên li Mûsilê ku piraniya wan li navçeya Şingalê bûn.

Serokê Meclîsa Asayişa Herêma Nînowayê Mihemed Kakeyî ji medyayê re got, “Li Mûsilê di destpêka vê mehê de yekem dana mûçeyên mexdûrên êrişên wêranker dest pê kir.

Piraniya wan qurbaniyan li nav sînorên herêma Şingalê ne. Ji bo vê yekê 101 milyar dînar hatine terxankirin û biryar hat dayîn ku di nava çend rojan de 14 milyar dînarên din jî bên zêdekirin.”

Heta niha nehatiye zelalkirin ku ew kesên ku mal û milkên wan di êrişên DAIŞê yên sala 2014an de li Mûsilê zerer dîtine, dê çi qas qerebûyê wergirin.

Mihemed Kakeyî her wiha got: “Ev pereyên ku niha hatiye dayîn berdewamiya wî pereye ku ji sala 2017an heta 2021an dihat dayîn.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Cîhanê (HRW) diyar kir ku ew pere ji bo 11 hezar mexdûran hatine dayîn ku ji wan 3 hezar û 500 kes li Şingalê ne.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide