Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin

.

Piştî ku Îranê êrişî Baregeha El Udeyd Amerîkayê ya li Qeterê kir, Îraq, Kuweyt, Behreynê qadên xwe ya hewayî girtin.

Li gorî nûçeya ku di ajansa fermî ya Îraqê INAyê de hat weşandin, tevahiya qada hewayî ya Îraqê, tevî herêma başûr, li ber geştan hat girtin.

Balafirgeha Navneteweyî ya Besrayê ya li bajarê Besrayê ku dikeve başûrê Îraqê, tevî ku qada wê ya hewayî hatibû girtin jî, di nava rojê de dem bi dem ji bo geştan vekirî bû.

Ajansa fermî ya Kuweytê KUNAyê diyar kir ku qada hewayî ya welêt heta daxuyaniyeke din bi awayekî demkî hatiye girtin.

Hat ragihandin ku ev biryar, li gorî geşedanên herêmî û bi armanca misogerkirina ewlehiyê di asta herî bilind de hatiye girtin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Behreynê BNAyê jî ragihand ku qada hewayî bi awayekî demkî hatiye girtin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Misirê MENAyê, Misirê geştên xwe yên ji bo herêma Kendavê betal kirin.

Qada asmanî ya Qeterê beriya niha li ber geştan hatibû girtin.

Li aliyê din, Geştên Asmanî yên Tirkiyeyê (THY) jî geştên xwe yên bo Behreyn, Damam, Doha, Dubaî, Kuweyt, Ebû Dabî û Mesqatê betal kirin.

Ji ber şerê Îran û Îsraîlê geştên asmanî yên gelek welatan ji bo Rojhilata Navîn hatine betalkirin. 

Amerîka Haberleri

Trump gef li Efxanistanê xwarin: ‘Tiştên xirab dê biqewimin!’
Keşfeke bi sir li Amedê: Di goristaneke kevnar de hestiyên 160 zarokan hatin dîtin
Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin