Îraq: Li herêmên nakok ti liv û tevgerên neasayî nînin

.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê ew nûçe red kirin ku behsa liv û tevgerên neasayî yên artêşa Îraqê, Heşdî Şebî û Pêşmergeyan ên li navçeyên sînorî yên hevbeş ên di navbera hêzên Îraqê û Pêşmergeyan de dikin.

“Rewş gelekî asayî ye”

Serokê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê Sed Men ji Rûdawê re ragihand:

"Ti liv û tevgerên yekalî û neasayî li Kifrî, Kerkûkê û ti herêmên din ên di bin rêveberiya hevbeş a hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de çênebûne.

Rewş gelekî asayî ye, ti pêwendiya liv û tevgerên bisînor jî bi rewşeke taybet ve nebûye û bi hevahengî bûne.

Artêş, Heşdî Şebî û Pêşmerge jî li cihên xwe yên asayî ne."

Şaneya Ragihandinê diyar kir ku operasyonên hevbeş ên ji bo parastina wan herêmên ku di bin kontrola hevbeş de ne berdewam dikin û ji bo pêkanîna operasyonên hevbeş ên were hevahengiyeke hevbeş heye.

"Nûçeyên ne rast belav mekin”

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê daxwaz ji hemû dezgehên ragihandinê dike ku di dema weşandina nûçeyên ewlehiyê de baldar bin û pişta xwe bi çavkaniyên rast û pêbawer girê bidin û got:

"Nûçeyên ne rast belav mekin, bi taybetî di vê rewşê de ku pêwîstî bi lihevkirina civakî û piştgirîkirina hêzên ewlehiyê di hewlên wan ên ji bo bihêzkirina aramiyê de heye."

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Mafê Êzidiyan e ku li cihên wan aramî hebe
Amerîkayê ji bo bêçekkirina Heşdî Şebî 3 hefte dem da Iraqê
Nêçîrvan Barzanî: Divê Enfal û tawanên berê bibin wane
Mîrê Kurdên Êzidî: Bila pêşniyar bibin gavên berbiçav
Jan Îlhan Kizilhan: Komkujiya Êzidiyan bi bêdengî berdewam dike