Iraq- Bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê kirin

.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, rastî êrişên bi mûşekan hat. Di wê êrişê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, îro di saetên êvarî de 3 mûşek arasteyî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Navçeya Kesk a Bexdayê hatin kirin.

Sîstema dije mûşek

2 ji wan mûşekan ku arasteyî balyozxaneyê hatibûn kirin, ji aliyê sîstema dije mûşek ve hatin xistin.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî ragihand, ji ber wê êrişa bi mûşekan, keçek û jinek ku li dibistanekê bûn, birîndar bûn.

Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê

Balyozxaneya Amerîkayê jî derbarê êrişa bi mûşekan de daxuyaniyek belav kir û ragihand, balyozxane “ji aliyê grûpên terorîst ve rastî êrişê hatiye ku hewl didin (ew grûp) asayiş, serwerî û peywendiyên navdewletî lawaz bikin.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bibîr dixe, ku êrişên bi vî rengî “ne tenê bo ser cihên dîplomatîk in, lê bo ser serweriya Iraqê ne.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle