Îraq: 15-20 kîlometre axa me di bin kontrola Tirkiyeyê de ye

.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdulemîr Şemerî ragihand, “15-20 kîlometre axa Îraqê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye.”

Ebdulemîr Şemerî li Bexdayê beşdarî Foruma Navenda Diyalogê ya El Rafîdeynê (RCD) bû.

Şemerî di axaftina xwe de da zanîn ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevahengiyeke baş heye.

Demen dawiyê hêzên Îraqî li hinek deverên Herêma Kurdistanê hatibûn bicihkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê da zanîn ku ev hêzên federal in û hêzên li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê girêdayî Fermandariya Nobedarên Sinor in.

"Bi Herêma Kurdistanê hevahengî hatiye kirin"

 Ebdulemîr Şemerî li ser hêzên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê anî zimên:

“Ji ber rewşa heyî û midaxeleya Tirkiyeyê ya li Dihok û Hewlêrê, 15-20 kîlometre axa Îraqê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye.

Ev herêm qada operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî PKKyê ye.

Bi Herêma Kurdistanê hevahengî hatiye kirin ku divê ew xal (xalên leşkerî) ber bi sînor ve bên birin.

Me dest pê kiriye ku em bi kordînasyona li gel Tirkiyeyê xeta sînor asêtir bikin.

Ji bo vê yekê dem pêwîst e çimkî herêmeke zehmet û dijwar e û deverên çiyayî ne.

Niha ji Xaneqînê heta Helebceyê kontrolên sînorî gelekî baş in û derdora 80 xalî hatine çêkirin.

Hin jî nêzîkî 200 kîlometreyî maye ku divê were asêkirin.”

Li hêla din, Ebdulemîr Şemerî destnîşan kir ku hinek bazirganên navneteweyî yên madeyên hişbir li Hewlêr, Bexdayê û Besreyê çalak in.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê amaje pê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ewlehiya li Herêma Kurdistanê berpirsyar e.

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin