Îranê têkildarî xwepêşandanên piştî mirina 'Jîna Emînî' komîteya lêkolînê ava kir

.

Serokkomarê Îranê komîteyek bo lêkolîna li ser nerazîbûnên sala bihorî yên li wî welatî û qerebûkirina qurbaniyan ava kir.

Li gor medyaya fermî ya Îranê, piştî raporta Wezareta Navxwe ya wî welatî ya derbarê xwepêşandanên dawiya sala 2022an de, serokkomarê wî welatî Îbrahîn Reîsî roja Yekşemê biryar daye ku têkildarî xwepêşandan û nerazîbûnên sala bihorî komîteyeke lêkolînê ava bike ku ji 5 kesan pêk tê.

Hatiye ragihandin, ku Hisên Mizefer endamê Encûmena Destnîşandkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê wek serokê komîteya lêkolînê hatiye diyarkirin û Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Desthilata Dadê û Serokê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoyê û herwiha Serokê Navenda Parêzeran li Tehranê jî têde endam in.

Erkê wê komîteyê ew e ku lêkolînê li wan nerazîbûnan bike ku piştî canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî di meha Îlona 2022an de li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê destpê kirin û heta 4 mehan berdewam bûn.

Serokkomarê Îranê dibêje, ku ev komîte dê lêkolînê li ser warên cûda yên wan nerazîbûnan bike, dê kar bike bo qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan û kesên ku di nerazîbûnan de ziyanên madî dîtine. 

Reîsî herwiha dibêje, ku ew komîte dê alîkariya lêkolînên navdewletî yên derbarê qurbaniyên wan nerazîbûnan de bike û dê ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan û yasayên taybet bi kombûn û nerazîbûna welatiyan pêşniyaran bide, ji bo ku bûyerên wisa dubare nebin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan