Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da: Em demê dirêj nakin

.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew dema bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dirêj nakin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîna heftane ya rojnamevaniyê de li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê axivî.

Nasir Kenanî diyar kir ku li gorî rêkeftina bi Hikûmeta Iraqê re divê “grûpên dijber” werin bêçekkirin.

Kenanî destnîşan kir ku divê ew baregehên xwe vala bikin û biçin kampên ku Hikûmeta Iraqê diyar kirine.

Tê Nûkirin...

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle