Îranê li çalakvanên Kurd cezayê 160 sal zindanê û 1480 lêdana qamçiyê birrî

.

Dadgeha Birucên a ser bi parêzgeha Çarmehal û Bextiyariyê 160 sal sizaya zindanê û lêdana qamçiyê li 22 çalakvanên Kurd ên ku li dijî veguhestina ava bajarê xwe xwepêşandan kirin, birrî.

Rêveberiya Avê û Fermangeha Xatemî ya Supaya Pasdaran ên li bajarê Birucên a ser bi parêzgeha Çarmehal û Bextiyariyê, 37 kesên ku li dijî veguhestina ava bajarê xwe ji bo Îsfehanê derketine bi hewldana dijayetiya asayîşa giştî, handana xelkê û têkdana kelûpelên hukmî tometbar kir.

Dadgeha Birucênê sizaya 160 sal zindanê û hezar û 480 lêdana qamçiyê li 22 Kurdan birrî.

Hikûmeta Îranê ji bo veguhestina ava herêma Sebzkuwe ya ser bi Çarmehal û Bextiyariyê ji bo Îsfehanê tunelek kolaye.

Şêniyên Sebzkuwe ya parêzgeha Çarmehal û Bextiyariyê diyar kirin ku ew naxwazin ava wan bê veguhestin ji ber ku dê ev yek ziyanê bide kanî, zevî û jîngeha herêmê.

Parêzgeha Çarmehal û Bextiyariyê dikeve naverasta Îranê û Şarî Kurd navenda wê ye, gelemperiya şêniyên wê Kurdên Lor in.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn