Îranê êrişî baregehên Amerîkayê yên li Behreyn û Kuweytê kir

.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan wekî bersiva êrişên Amerîkayê yên li ser başûrê welêt, li Behreyn û Kuweytê li 85 pêgehên leşkerî yên Amerîkayê xistiye.

Îranê di van operasyonan de mûşek û dron bi kar anîn.

"Amerîkayê agirbest bin pê kir"

Ajansa Nûçeyan a Farsê daxuyaniya nivîskî ya Pasdaran belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîkayê bi êrişên xwe yên şevê agirbest bin pê kiriye.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê li peravên Hurmizgan û Mahşehrê êrişî hinek baregehên peravê û xalên sivîl kiriye û bi vî awayî peyman bin pê kiriye.

85 pêgehên Amerîkayê hatin hedefgirtin

Pasdaran eşkere kir ku ev operasyona "bersiva pêşî" ji aliyê Hêzên Deryayî û Hêzên Asmanî ve bi awayekî hevbeş hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonê de Bendera Selmanê ya li Behreynê, biryargeha Fîloya Pêncem a Amerîkayê û Baregeha Asmanî ya Elî Salemê ya li Kuweytê jî di nav de li 85 pêgehan hatiye xistin.

Her wiha hat ragihandin ku droneke a Amerîkayê ya cureyê MQ-9 jî hatiye xistin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) berê ragihandibû ku wan wekî tolhildana êrişên li ser keştiyên bazirganiyê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, li nêzîkî tengavê li zêdetirî 80 pêgehên leşkerî yên Îranê xistiye.

Siyaset Haberleri

YPJ, şervan, Kurdî, perwerde... Berê çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê li kû ye?
Serokkomariya Sûriyeyê hûrgiliyên civîna Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî belav kirin
Tom Barrack piştî berteka Îsraîlê paşde gav avêt: Daxuyanîyên ser Hizbullah, Îran û Golanê kişandin
ENKSê pêşwazî li biryara Amerîka ya bo Sûriyê kir: Divê Sûriye nenavendî be
Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê