Îranê dîsa êrişî baregeha PAKê kir

.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku Îranê serê vê sibehê sisê dronan êrişî yekê ji baregehên wan ên leşkerî kiriye.

Piştî operasyonên nû yên Amerîkayê yên li nav Îranê, di navbera Tehran û Washingtonê de alozî pirtir bûye.

Baskê leşkerî yê PAKê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir: "Rejîma Îranê li ser hev sisê êrişên bi dronan birin ser baregeha Pêşmergeyan a Artêşa Niştimanî ya Kurdistanê."

PAKê li ser hebûn a nebûna zererên canî yan jî yên madî hîn ti agahî belav nekirine.

Îranê heta niha berpirsyariya van êrişan negirtiye ser xwe. Tê zanîn ku PAK tenê li parêzgeha Hewlêrê çalak e.

PAK û partiyên din ên mixalefeta Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê bi cih bûne, ji destpêka şer û vir ve bi sedan caran rastî êrişên bi dron û mûşekan hatine.

Operasyona nû ya Amerîkayê

Amerîkayê îro ragihand ku wan pêleke nû ya êrişan birirye ser Îranê.

Artêşa Îranê jî ragihand ku wan gelek baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdin, Behreyn û Kuweytê bombebaran kirine.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de li ser operasyonê ev agahî dan:

"Hêzên CENTCOMê bi balafirên şer, wesayîtên deryayî û dronan li pergalên parastina asmanî, qadên radaran ên li qeraxên deryayê, şiyana mûşek û dronan û botên biçûk ên Îranê xist."

Siyaset Haberleri

PWK ji bo çi beşdarî civîna Diyarbekirê ya Partîya DEMê nebû?
Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan