Îranê dîmenên êrîşa li dijî baregehên Amerîkayê yên li Dêre Zorê belav kirin

.

Televîzyona dewletê ya Îranê dîmenên êrîşên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li Sûriyê yên li ser baregehên Amerîkayê belav kir.

Televîzyona dewletê ya Îranê IRNA, dîmenên êrîşên bi mûşekan ên ji herêmên grûpên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike, heta zeviyên petrolê yên Omer û gaza Kunîko li Dêre Zorê ku hêzên Amerîkî lê bi cih bûne, weşand.

Li parêzgeha Dêrezorê yê rojhilatê Sûriyê, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê êrîşên mûşekan li derdora zeviya petrolê û gaza Omer û gaza Kuniko ku hêzên Amerîkî lê ne pêk anîn. Hêzên Amerîkî jî bi topan û mûşekan bersiva wan da.

Serbazên Amerîkî yên ku di êrîşê de birîndar bibûn li Bexda û Hewlêrê têne dermankirin.

Li Dêrezorê hebûna grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê

Parêzgeha Dêre Zorê ew bajar e ku peywendiya bejahî ya ji Îranê bi Lubnanê re peyda dike. Xetên borî û rêyên bazirganiyê yên ji Iraq û Urdinê jî di vî bajarî re derbas dibin.

Navenda bajêr û rojavayê Dêre Zorê piştî vekişîna çekdarên DAIŞê di Mijdara 2017an de bi alîkariya komên ku Îran piştgiriya wan dike û Rûsyayê, ketibû destê rêveberiya Sûriyê.

Grûpên çekdar ên biyanî yên bi piştgiriya Îranê ku bûne hêza bejahî ya rêveberiya Sûriyê, bi giranî li Dêre Zorê hene.

Komên Îranî, Iraqî, Lubnanî, Afganî û Pakistanî yên li Dêre Zorê ku Erebên Sune lê dijîn, ji aliyê endamên Supaya Pasdarên Îranê ve tên birêvebirin.

Erdên Dêre Zorê yên li rojhilatê Çemê Firatê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin