Îranê cezayê girtîgehê da werzişvaneke Kurd

.

 Li Xuremawaya Rojhilatê Kurdistanê werzişvaneke Kurd bi tohmeta teşwîqkirina xelkê ya tundûtûjiyê bi cezayê "salek girtîgeh"ê hate cezakirin.

Dadgeha Xuremawayê ya Loristanê bi tohmeta ku li ser tora civakî xelk teşwîqî xwepêşandanan kiriye, salek cezayê girtîgehê li werzişvan Mesûme Silêmanî birî.

Mesûme Silêmanî 10ê Gulanê li bajarê Xuremawayê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

Ew berê jî di xwepêşandanên 2019an ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hatibû desteserkirin û piştî demekê hatibû berdan.

Mesûme Silêmanî herwiha sala 2016an salekê ji karên werzişî hatibû dûrxistin.

Mesûme Silêmaniyê sala 2010an di Şampiyoniya Guleşa Jinan a Cîhanî ya Qazaxistanê de madalyaya bronz bi dest xistibû.

Di salên dawî de ew wekî rahêner û hakem di guleş û cûdoya jinan de çalak bûye.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin