Îranê bo 15 rojan 3 deriyên sînorî girt

.

 Îranê bi biryareke yekalî biryar da ku ji 24ê Berfenbara 2021ê ve deriyên xwe yên sînorî ên li gel Tirkiyê ku di navbera Bakur û Rojhilat Kurdistanê de ne ji bo 15 rojan bigire.

Biryara girtina deriyan xwendekar û bazirganan li xwe nagira. Deriyên sînor li Agiriyê (Gurbulak), li Wanê (Kapikoy) û li Colemêrgê (Esendere) di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê de ne.

Şaredarê navçeya Bajêrganê Dirbaz Buyuksu derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku 8 roj beriya sersalê aliyê Îranê biryara ku hatiye wergirtin ji bo pîrozbajiya sersalê ye.

Dirbaz Buyuk su wiha got “Li gorî agahiyên ku îro ketine destê me, hate diyarkirin ku ji 24ê Berfenbarê saet di 00:00’an de hemû deriyên me yên sînor ên bi Îranê re dê bo 15 rojan bi awayekî demkî bên girtin. Ez bi xwe vê biryara yekalî ya dewleta Îranê bi sala nû ya ku em ê 8 roj şûnde têkevin, ango sersalê ve girê didim. Dewleta Îranê bi vê biryarê dixwaze rê li ber welatiyên xwe yên diçin derveyî welat û beşdarbûna pîrozbahiyên sersalê bigire. Hêvîdar im ev biryar demek dirêj nemîne û deriyên me di zûtirîn dem de vebin. Ji xwe gelê me yê ku ev nêzîkî 2 sal in ji ber pandemiyê mexdûr bûne, êdî nikarin nabe zêdetir mexdûr bibin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin