Îranê, bersiva YEyê da: Em ê jî dorpêçan bisepînin

.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser bûyerên kuştina keça Kurd Jîna Emînî û xwepêşandanên nerazîbûna vê kuştinê, li ser Îranê dorpêç sepandin. Îranê jî bersiv da vê helwestê û ragihand ku ew ê jî li ser Ewropayiyan, dorpêçan bisepînin.

Daxuyaniya li dijî biryara Yekîtiya Ewropayê, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve bi awayekî nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku

“Biryara YEyê ya sepandina dorpêçan a li dijî hin rayedarên Îranî, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û destwerdana karên navxweyî yên Îranê ye.”

Di daxuyaniya ku ev helwest hat rexnekirin de hat diyarkirin ku biryar li ser îdiyaên pûç hatiye dayîn û ev nîşaneya wê yekê ye ku ji bo xwegihandina hedefên siyasî, mafên mirovan tên binpêkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê Îran jî wekî bersivekê, di demeke nêzîk de li hember kesayet û saziyên Ewropayê dorpêçan bisepîne.

Civata Yekîtiya Ewropayê, li ser xwepêşandanên li Îranê dewam dikin, duh li ser hin rayedarên ewlehiyê yên Îranê ku destwerdana xwepêşandanan dikin û li ser Wezîrê Ragihandin û Zanyariyên Teknolojiyê yê Îranê Îsa Zarepur, dorpêç sepandibûn.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt