Îranê 7 kesên din darve kirin

.

Li gor raportekî Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw, Îranê 7 kesên ku bi tometa madeyên hişber û destdirêjiya seksî cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn, îro ew ceza cîhbicîh kir û ew 7 kesane hatin darve kirin.

Li gor heman çavkaniyê ragehandiye li girtîgehên Qizilhisar û Recayîşar ên bajarê Kerecê, 7 kesên ku bi tometa pêwendiya wan bi madeyên hişber ve heye û destdirêjiya seksî kirine, cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn û duh ji bo odeyên takekesî hatibûn veguhestin û îro serê sibehê cezayê wan ê darve kirinê hatiye cîhbicîh kirin.

Li gor raporta Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw îro 10.05.2023yê cezayê darve kirina 3 girtiyên bi navên Ebdulhusên Îmamî Muqedem ê xelkê Koyeşt a parêzgeha Loristan û Babek Aqayî û Husên Pencek, ku ew herdu jî xelkê Tehranê ne, cezayê wan hersê kesane li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatine cîhbicîh kirin.

Hat ragehandin ew 3 girtiyane 10 sale li girtîgehê de ne û ji aliyê Saziya Dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê li ser wan hatibû sepandin.

Hêjayî gotinê ye şeva borî malbat û kesûkarên nêzîk ên wan hersê girtiyane li pêş girtîgeha Qizilhesar kombûn û daxwaza hilweşandina cezayê darvekirina wan 3 girtiyan kiribûn. Lê hêzên hikûmetê bi jop û lêdanê êrîşî wan malbatan kirin û gazên rondikrêj ve ew belav kirin.

Ji aliyê din ve jî cezayê 4 kesên din ku berê bi tometa destdirêjiya seksî cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn, li girtîgeha Recayîşar a bajarê Kerecê hate cîhbicîh kirin. Nasnameya wan herçar kesane heta naha aşkera nebûye.

Çapemenî û saziyên fermî yên Îranê heta naha darve kirina wan 7 kesane bi fermî ranegehandine.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’