Îran û Saziya Etomî ya Navdewletî gihiştin rêkeftinê

.

 Îran û saziya etomî ya navdewletî gihiştin rêkketinê. Îran razîbû ku kamêrayên nû li şûna kamêrayên berê li navenda Têsa bên danîn lê dîmen dê li Saziya Enerjî ya Etomî ya Îranê bêne parastin.

Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan ragihand, ew li gel saziya etomî ya navdewletî gihiştin rêkeftineke baş û dê ew rêkeftin beşeke dilgiraniyên welatên rojava ji bernameya etomî ya Îranî verevîne.

Hisên Emîr Ebdulahiyan tekez kir ku nêzîkbûna Tehranê ji gotûbêjan bo bernameya wê ya etomî, bo rakirina hemû cezayan bû li himber nehiştina tirsên aliyê beramber.

Rêkeftina Îran û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî

-Kamêrayên nû li şûna kamêran berê li navenda Têsa tên danîn

-Berî danîna wan, pisporên Îranî dê pişkinînê bo kamêrayan bikin

Ajansê dê li hember têkdana navendên Îranê helwêst hebe

-Ajans dê êrîşkirina ser navendên Îranê şermezar bike

-Îran dîmenên wan kamêrayên nû jî nade ajansê

-Dîmen dê li Saziya Enerjî ya Etomî ya Îranê bêneparastin

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin