Îran: Rêkeftin hebe an jî nebe, em dewlemend kirina uranyûmê ranawestînin

.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî roja Yekşemê ragehand ku Tehran dixwaze peymaneke atomî ya mayînde pêk bîne, lê dîsa jî ew ê dev ji dewlemendkirina uranyûmê bernedin.

Ev di demekî de ye ku Serokê şandeya danûstandinan a Amerîkî Stephen Witkov îro ragehand, "Em ê nehêlin Îran uranyûmê dewlemend bike."

Iraqçî got, "Helwesta me li ser mafên Îranê wekî welatekî endamê Peymana Ne-Belavkirina Çekên atomî zelal û bê guman e û ti sedemek tune ku Îran qebûl bike ku dev ji van mafan berde."

Navborî got: "Eger Amerîkayê di misogerkirina wê de ciddî be ku Îran çekên atomî bi dest nexe, hîn jî îhtîmala rêkeftinekê heye û em amade ne ku bi diyalogeke cidî bigihîjin çareseriyeke mayînde û dibêje jî, çalakiyên dewlemendkirinê li Îranê dê berdewam bin, vêja rêkeftin çêbe, neçêbe."

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê