Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî hat derxistin

.

29 welatan deng li ser reşnivîsa derxistina Îranê ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî dan.

29 welatan deng li ser reşnivîsa derxistina Îranê ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî dan. Nûnerên Encûmena Aborî û Civakî bi piraniya dengan, Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî derxist.

Îro Çarşemê 14ê Berfanbara 2022yan, Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekgirtî bi piraniya dengan, Îran ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekgirtî derxist.

Hat diyarkirin ku 29 welatan deng dane, 8 welat red kirine û 16 welatan jî deng nedane.

Li gor raporta Navenda Mafên Mirovan a HRANA, ji 16ê Îlonê heta 25ê Mijdara 2022yan, ji ber canjidestdana Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsa Exlaqê ya Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre canê xwe ji dest dabû, xwepêşandan li 156 bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin encamdan û ji ber karvedanên tund û teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve, 448 xwepêşander canê xwe ji dest dan, ku ji wan 63 kes zarok in.

Herwiha 18 hezar û 170 xwepêşander jî hatin desteserkirin û herwiha li gor zanyariyên HRANA, li 143 zanîngehan kombûn û xwepêşandan hatine kirin û 565 xwendekar jî hatine desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle