Îran ji hukumeta nû ya Sûriyê 30 milyar dolar pere dixwaze

.

Piştî roxandina rejîma Sûriyê dewleta Îranê ji hukumeta nû ya Sûriyê 30 milyar dolar pere dixwaze. Di daxwuyaniya Îranê de hat gotin:

“Welew hukumet biguhire jî wê Îran dev ji deynên xwe yên li Sûriyê bernede. Hukumeta nûh ya Sûriyê wê berpirsê deynê Îranê be.”

Di serê hefta borî de meclisa Îranê ji bo pêşdeçûnên li herêmê gotûbêj bike, bi sergirtî civiya. Li ser encama civînê, parlementerê bi navê Muhammed Menan Reisi got; tiştên li Sûriyê qewimîne surprîzin û ji bo İran Observerê axifî:

“Me li dora 6 hezarî şehîd daye. Me bi mîlyaran pere xerc kir û di nav yek hefteyekî de, me rêvebiriyê teslîmê tundrewan kir.”

Hukumeta nû ya Sûriyê di rojên berê de ragihandibû ku wê sîstema bazara serbest bimeşînin û serokê Oda bazirganiya Şamê Bassel Hamwi jî heman peyamê dabû raya giştî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle