Îran, hemî sînorê xwe yên bi Iraq re girt

.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê bo karûbarên ewlehiyê hişyarî da geştyaran ku ji ber rewşa Bexdayê hemû sînorên bejayî hatine girtin.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê bo karûbarên ewlehiyê û Serokê Desteya Geştyaran Seîd Mecîd Mîrehmedî ragihand, dema ku sînor bên vekirin dê geştyaran agahdar bikin.

Li aliyê din Rêveberê Firokexaneya Îmam Xumeynî Seîd Çelenderî ji medyaya Îranê re ragihand, hemû geştên asmanî yên bo Bexda û Necefê hatine betalkirin.

Roja Duşemê piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryara xwe ya vekişîna ji siyasetê ragihand alîgirên wî ketine Herêma Kesk a Bexdayê, li gor zanyariyên dawî di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 xwepêşander jî birîndar bûne.

Her wiha Balyozxaneya Îranê ya li Bexdayê ji welatiyên xwe yên li Necef, Kerbela û bajarên din ên Iraqê xwest ku xwe biparêzin û "heta ku hewce nebe seferê nekin."

Balyozxaneya Îranê bang li welatiyên ku serdana cihên pîroz ên Şîeyan li Iraqê dikin kir ku xwe biparêzin û neçin Bexda, Necef, Kerbela û bajarên din ên Iraqê.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Îranê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku di vê demê de serdana Iraqê nekin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin