Îran: Em li dijî her cure operasyonên leşkerî yên li welatên din in

.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Ezmûnên salên borî çespandiye ku bikaranîna hêza serbazî li dijî welatên din, alîkarîya çareserkirina kêşeyan nekiriye.

 Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand, Tehran li dijî her cure operasyonên leşkerî û bikaranîna hêzê li nav axa welatên din e.

Xetîbzade di bersiva pirsekê de derbarê egera destpêkirina êrişeke leşkerî ya li nava sînorên Iraq û Sûriyê de, Zade tekez kir, kiryarên leşkerî li ser axa welatên din, binpêkirina yekparçeyiya axa û serweriya niştimanî ya wan welatan e û dê bibe sedema aloziyan.

Her wiha got: Komara Islamî ya Îranê têdigihe nîgeraniyên ewlehî yên Tirkiyê, lê tekez dike jî ku çareseriya wan, tenê bi riya diyalog, pabendbûna bi rêkeftinên dualî bi welatên cîran re û lihevhatinên ku di li Astanayê pêk hatin, dibe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got jî: “Ezmûnên salên borî çespandiye ku bikaranîna hêza serbazî li dijî welatên din, alîkarîya çareserkirina kêşeyan li gel wan nekiriye, lê belê dê kêşeyan li herêmê zêdetir û aloztir bike.

Ev yek piştî wê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 23ê Gulanê ragihandibû, plana wan a avakirina herêmeke bi 30 kîlometre kûrahî li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc
Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê
Newroz îsal zû hat Danîmarka yê