Îran: Em hûrgiliyên destpêkirina dan û standinan nîqaş dikin

.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Tehran derbarê bernameya xwe ya nukleerê de hûrgiliyên egera jinûvedestpêkirina dan û standinan li gel Amerîkayê dinirxîne.

Ebas Eraqçî got, "Em dem, cih, şêwaz, pêkhate û wan garantiyên ku ji bo dan û standinan ji Îranê tên xwestin, nîqaş dikin."

Dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de ji meha Nîsanê ve dest pê kiribûn.

Lê belê piştî ku Îsraîla hevalbenda Amerîkayê di 13ê Hezîranê de êrişeke nişkave bir ser dezgehên nukleerê yên Îranê, hewldan rawestiyan.

"Ji bo dîplomasiyê amade ne lê bi merc"

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di gotareke xwe de ji bo dîplomatkarên li Tehranê tekez kir ku welatê wî ji bo dîplomasiyê derbarê bernameya xwe ya nukleerê de amade ye, li gel wê yekê ku çend hefte berê Îsraîl û Amerîkayê êrişî tesîsên wê kiribûn.

Eraqçî got, "Komara Îslamî ya Îranê ji bo avakirina vê baweriyê bi rêya dîplomasiyê amade ye.

Lê berî wê yekê, divê aliyên beramber me qanih bikin ku ew jî xwesteka dîplomasiyê hene, ne ku dîplomasî bibe perdeyek ji bo armanc û mebestên wan."

Xeta sor ji bo dan û standinan

Eraqçî eşkere kir ku her dan û standina li gel hêzên mezin dê tenê li ser çalakiyên nukleerê yên Îranê be, ne li ser şiyanên wê yên serbazî, wekî sîstema mûşekên balîstîk.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, "Eger dan û standin bên kirin, mijar dê tenê bernameya nukleerê û avakirina baweriyê di vê çarçoveyê de li hember rakirina dorpêçan be. Ti mijareke din nakeve ber nîqaşê."

Guhertin di hevahengiya li gel Ajansa Enerjiya Atomê de

Eraqçî her wiha ragihand ku hemahengiyên Îranê li gel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) "dê şêwazeke nû werbigirin," û ev yek piştî derketina yasayekê tê ku hevahengiya ligel wê rêxistina Neteweyên Yekbûyî rawestandibû.

Eraqçî wiha pê de çû, "Hevahengiya me ligel ajansê nerawestiyaye, lê ew dê şêwazeke nû wergire."

Eraqçî amaje bi wê yekê kir ku daxwazên ji bo pişkinîna baregehên nukleerê "dê li ser bingeha her dozê, bi li berçavgirtina mijarên selametî û ewlehiyê, cuda bên nirxandin."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parisê Beşdarî Bibîranîna Dr. Abdûrahman Qasimlo Bû
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê M. Can Azbay: Muzeya Pêşewa Qazî Mihemed Nîşana Hişmendîyeke Neteweyî û Niştimanî Ye
Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Kerkûkê: Em amade ne bi dil û can xaka pîroz biparêzin
Îlham Ehmed: Em bi dilgiranî li zêdebûna vegotina kînê dinêrin
Hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyan